Facebook, Intagram û Whatsapp hilwesiyan...
PeyamaKurd - Tora civakî ya înternetê ya herî mezin li seranserê dinyayê Facebook û girêdayî wê jî Whatsapp û Instagram hilweşiyan.
Demek berê Facebook, Instagram û Whatsapp ku bi milyaran mirov li seranserê dinyayê bikar tînin hilweşiyan û bikarhêner nikarin têkevin wan torên civakî û ti parvekirinan bikin.
Dema Facebook vedibe, rûpeleke ku tê gotin; em xemgînin hin çewtî çêbûn, em ji bo sererastkirinê li ser dixebitin derdikeve pêşberî bikahêneran.
Ji ber ku ti daxuyaniyek derbarê sedemên vê pirsgirêkê de nehatiye dayîn, hîn nayê zanîn kengî ev pirsgirêk tê sererastkirin.
Piştî demekê li demjimêr 13:35ê piştî nîvro bikarhêneran dîsa karîn bikevin wan torên civakî, lê ti zanyariyek derbarê pirsgirêka rû daye de nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin