Ez û Bajar
Helbesta "Ez û Bajar" ku yek ji berhemên wî yên herî taybet e, bi zimanekî sade lê bi ramaneke kûr; bajaran, tiştan, kolanan û kêliyên demê bi hev re girê dide.
RûpelNews - Hîwa Kadir yek ji wan helbestvan, romannivîs û wergêrên Başûrê Kurdistanê ye ku salên dûrûdirêj e di warên cihêreng ên wêjeyê de xizmeta ziman û wêjeya kurdî dike. Ew bêtir wekî helbestvan û romannivîs tê nasîn û yek ji dengên navdar ên wêjeya nû ya kurdî ye ku xwedî şêwazekî taybet e û bi peyv û rêzikên sade yên demê re dijî.
Hîwa Kadir kî ye?
Helbestvan, romannivîs û wergêrekî xelkê Başûrê Kurdistanê ye. Di 26ê Çileya 1964an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di navbera salên 1991 heta 2011an de li Swêdê jiyaye. Sala 1996an bûye berpirsê nivîsînê yê kovara (Rehend)ê. Di navbera salên 2013 heta 2020an de endamê desteya nivîskarên kovara (Serdem)ê bûye. Her wiha sernivîskarê heman kovarê û sernivîskarê kovara (Serdema Nû) jî bûye. Niha endamê Encumena Bilind a Dezgeha Çap û Weşana Serdemê ye û li Silêmaniyê dijî.
Hîwa Kadir di warên cihêreng ên edebiyatê de (helbest, roman, çîrok, hevpeyvîna edebî û senaryoya fîlman) xwediyê 22 pirtûkan e. Herwiha 29 pirtûk ji zimanên swêdî û erebî wergerandine ser zimanê kurdî. 9 pirtûkên wî ji bo çend zimanên biyanî yên wekî (swêdî, erebî û farisî) hatine wergerandin.
Helbesta "Ez û Bajar" ku yek ji berhemên wî yên herî taybet e, bi zimanekî sade lê bi ramaneke kûr; bajaran, tiştan, kolanan û kêliyên demê bi hev re girê dide.
Helbestvan û wergêr Dilovan Ali ev helbest ji soranî guherandiye kurmancî. Hûn dikarin li jêr tevahiya helbestê bixwînin.
Ez û Bajar
ji mûzîka "In the Mood for Love - Shigeru Umebayashi" re
ez bajaran dihêlim
lê ew min nahêlin,
bayên wan di nav min de radibin
bêhna wan ji cilên min tê,
ronahiya çirayên wan di nav min de venamirin
wêneyên bajaran ez kirime albûmên xwe,
bajar bûne peykerên nemir li ser çarriyên dilê min û
kevokên spî yên xeyalê hertim li ser wan rûniştine.
kenên fahişeyên xemgîn di bîra min de ne,
daxwaza axaftina pîrejinan bi xerîbekî re,
nêrîna sadedil ya zarokên Hindistanê,
malên ji karton çêkirî yên parsekan,
dengê li hev ketina qedehên şeraban,
mûzîka şa...
mûzîka xemgîn a qereçiyekî evîndar li ser peyarêyeke şil,
kofiya sofiyekî ya di nav dûmana heşîşê de xerqbûyi,
benikê berçavka şikestî ya helbestvanekî gerok,
deqa li ser derza qûna keçikeke bedew,
xwîna xwekujekî di bin hêla trênekê di meha mijdarê de
ji ber tenêtiyê...
hemû di bîra min de ne.
siya apartmanên mezin
kilsa ketî ya li ser goşeya kûçeyên teng,
kevirên helandî yên peyarêyên bi pê û pêlavên rêwiyan,
fîtika keştiyên mezin di nav deryayê de,
bisiklêtajotina di nav daristanê de û
meşa di nav mija xest a sibehan de
kêliya bicîhiştina otobusan û bendewariya di bin baranê de,
hemû wêneyên bajaran di bîra min de ne
lê ew ligel dîtina kesekî din, min ji bîr dikin.
bîranînên bajaran tune ne,
ez bîranînên wan im
bajar ez dagir kirime
ne ku min bajar dagir kiribin.
tenêtî di bîra min de ye, qirik tijebûna ji nişka ve di bîra min de ye
bişirîna neçaverêkirî û nêrîna çavên bi evînê tije di bîra min de ne,
qurmiçên hêrsbûnê yên eniyê û
destên lerzok û
lêvên maçkirî û gezkirî,
di bîra min de ne,
wêneyê min di nav çavên kesên din de
wêneyê wan di nav çavên min de,
lêketina bi tesadufî ya milekî li gupika memika keçikekê di nav qerebalixiyê de,
zivirîna nenasekê ku kesekî din aniye bîra te ku demeke dirêj e miriye,
banga zarokekî ku gotiye 'bavo...' û
tu zivirî yî û kes li wir nebûye.
têkilbûna du evîndaran di bin pirekê de,
derengmayîna nêrîna te li ser wan parçeyên kaxezê yên, ku coyekê ew bi xwe re birine,
gera li ser deryaya qeşagirtî û
temaşekirina hîvê di nav esmanekî sar de,
sekinîna bi saetan li ber klûbeke şevan,
hejmartina wan fîltreyên cixareyê ku hêj sorava lêvan li ser wan mane,
kajbûna stûnên ser rêyan li pişt paceya nemgirtî ya otobusekê,
guhdarkirina dengê baranê di nav trêneka şevê de,
reqsîna heta sibê di nav keştiyeke serxweş de,
gotina "na" ji bo seksê bi jinikekê re
ji ber kerba mêrê wê yê xiyanetkar,
geran li pey şopa pêyên keçikekê di nav heriya ber deriyekî zenggirtî de,
ku ji te re gotiye ez ji te hez nakim.
dengê vekirina deriyên malên sar û bêdeng.
revîna di nav qûma kenarekê de,
ku pêlên wê hêrsa te di nav xwe de xerq kirine.
vegerîna ji meyxaneyê bi otobusê di berbangê de û
bi şaşî peyabûna çend rawestgehan li wêdeyiya malê.
dostaniya bi dareka tenê ya ser girekî û
axaftina ji bo komek moriyan bêyî ku yek ji wan guhdariya te bikin.
temaşekirina pakêta cixareyê ya vala di nîvê şevê de,
vêxistina mûmê di dêrê de û
girîn ji bo "xwe"yekê ku demeke dirêj e miriye û te nikarîbû wî binax bikî,
qeydkirina dengê keçikeke Çînî li ser bersivdêra xwe
ji ber xatirê wê bibî Hare Krishna,
dilxweşiya mamosteyê zimanî
gava ji te re gotiye tu mîna zarokan î dema diaxivî,
hezkirina siya darên bajaran bêtirî ji wan bi xwe,
lerizîna dara sînoberê piştî baranê û bêhnkirina wê,
pêvedana pêşûyê û ji kerban ve çêrkirin,
hêrsbûna ji çenteyên seferê,
xewa çend saetên tranzîta şevê li balafirgehan,
min hemû ev di bajaran de dîtine.
dîmena bajaran, mîna rêyên dûr di nav min de dirêj dibin,
ez dirêj dibim di nav xeyala bajaran de,
li ser pişta mûzîkan vedigerim bajaran,
bi sedan rengên çilmisî û zerbûyiyên pelên payîzê min dîtine,
min bêhna qevdê giyayan kiriye û min hesûdî ya kêvroşkan kiriye,
min qurmê daran himbêz kiriye û min sond xwariye,
min kevirên biriqok ên bin şirşira avê maç kirine û min ew danîne cihê wan,
min çêçikê mirî ji bin dara sînoberê hilgirtiye û
bi hêviya zindîbûnê min daniye hêlina wê,
min hêvî hertim mîna xaşxaşê ji tirsa bêhêviyan di nav xwe de çandiye.
ewqas dirust bûm,
min ji Xwedê re gotiye ez ji ber wê te dikim dostê xwe, ji ber ku ez dimirim
heke ez nemirama, dostên min ewqas zêde dibûn ku tu qet nedihatî bîra min.
bajar bi wê mezinahiya xwe ewqas piçûk bûne
dibêjî qey darikên vêneketî yên nav pakêta kîbrîtên berîka min in,
lê ez ewqas mezin bûm ku bajar têra min nakin,
gerîn têra min nake, dîtina wêneyên nû albûma min a pêncî salî tije nakin.
min jinên falbaz ên nav kûçeyên teng ên bajaran nas kirine,
min Salnameya Çînî xwendiye û bi pendên wan ên rojane ewqas kenî me,
min wisa fêm kiriye ku ez hînî zimanê wan bûme.
bi reqsa Sambayê re min tama tazîbûnê kiriye,
min viyolensel lêdaye û ez têr girî me.
min xwarina xwe bi kûçikan re parve kiriye,
min sîwana xwe daye wan rêwî yên ku zimanê min nizanîbûn,
pereyê xwarinê bi min re nebûye û min genim ji kevokan re stendiye,
min ewqas destê xwe li ser çêlikên berazan aniye
li şûna hemû Misilmanan min lêborînê ji wan xwestiye.
min ava bajaran vexwariye, di nav ava bajaran de min avjenî kiriye,
di bin barana esmanê bajaran de min hiştiye xeyal bi ku ve bixwaze min bibe,
min berîkên xwe tije kiriye ji qûma Sarayê da ku nîşanî qedeheke avê bidim,
mûzîka bajaran ez kuştime û li bajarekî din ez zindî bûme,
gava ez çavên xwe digirim, rûyên nav bajarên cuda
mîna pêlan min dinêpişin û
min dikin hûrdemasiyên nav bîranînan.
li goristana ajalan, ji ber mirina kûçikê wî
min teselîya pîremêrekî kiriye,
ku bi dilşewatî ji bo wî digiriya û digot; çima te ez bi tenê hiştim.
ji bo veşartina bilbilekî mirî bi zarokekî re min çal kolaye,
min cixare ji bo rêwiyan pêxistiye û ronahiya çavên wan ez ronî kirime,
min Şambelotan ji ser rêyan dûr xistine û min ji wan re gotiye ewqas serkêş nebin,
bi alkolîstan re min qedehên xwe di çavên evîndarên wan ên xedar de hildane,
hinek caran ji bo temaşekirina kûlîlkekê min dizî ji xeyalê helbestvanan kiriye,
min têr bi wan destan re rondik paqij kirine
ku ji bo cara dawî ji hev du re bilindkirine,
di nav hemû bajaran de min tenê ji tiştekî nefret kiriye,
ji xatirxwestinê,
tirsekê ez tirsandime, tirsa careka din a hev du nedîtinê.
bajar mezintir dibin, bajar tije dibin ji mirovan, tije dibin ji xemên wan
mirov û apartman û kûçeyên bajaran, bajaran dihêlin û
mirov û apartman û kûçeyên nû yên din tên cihê wan.
bîranînên bajaran dişibin bîranînên masiyên zêrîn,
hemû tiştî zû ji bîr dikin û
di nav hewza şîn a erdê de hertim avjeniyê dikin.
berfa hemû bajaran spî bûn,
lê Xwedayên wan rengîn,
esmanê hemû bajaran şîn in.
hîv li ser hemû bajaran re dimeşe
lê hîv hinek caran ewqas nêzîk e, ji paceyê re tê hundir,
ya din heye ewqas dûr e
li ser rûyê paceyekê tu dibêjî qey dûmana trênekê ye
ku li ber çavan winda dibe.
germahiya rojê li her bajarekî ne wek hev e,
lê ya ku di singê mirovan de hertim germ e, dil e.
ya ku bê cudahî di evînê de dişikê her ew bi xwe ye, ne poz e.
nêrîna parsekekî ku li ber îstasyona trênekê dişibe te û
tu li pey xwe bê xeyal wî dihêlî,
beşek ji te heta hetayê ji te winda dibe.
gava pîremêrek di kêleka te re derbas dibe û bi dengê gopalê xwe ji te re dibêje;
tu jî dê pîr bibî
û tu guhdariya wî nakî,
li wir dareke şalûlê li şûna te xwar dibe.
kûlîlkên hemû bajaran bedew in,
bedewî li hemû bajaran bi yek zimanî diaxive,
min bajar di nav xwe de hilgirtine
lê ew min di nav xwe de hilnagirin
ez beriya bajaran têm ji bîr kirin,
şer dibe sedem ku bajar min neynin bîra xwe,
lê ez di nav rîtma straneke kevn de
mîna qozaxeyeke qet neteqiyayî
nefesa qirikan min dilerizînin,
mîna çilmisîna sorava ser lêvekî
piştî maçeke evîndarane,
mîna rondikeke mayî li ser desmala nav çenteyekî, ez dimînim.
bîranînên bajaran dişibin bîranînên masiyên zêrîn,
hemû tiştî zû ji bîr dikin û
di nav hewza şîn a erdê de hertim avjeniyê dikin;
bajar...
way li we bajar!
Hîwa Kadir
Ji Soranî: Dilovan Ali
