Ewropa îdîayên Netanyahû li ser Îranê cidî digire
PeyamaKurd - Welatên Yekîtiya Ewropayê yên wek Brîtanya, Almanya û Fransayê ji bo piştrastkirina îdîayên Binyamîn Netanyahû heyet şandin Îsraîlê.
Li gor medyaya Îsraîlê, piştî ku Serokwezîr Binyamîn Netanyahû, belgeyên li ser pêşdebirina bernameya nukleerî ya Îranê eşkere kirin, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê bi telefonê pê re axivîn.
Li ser vê yekê berpirsiyarên îstixbarî yên van hersê welatan ji bo piştrastkirina van belge û îdîayên Netanyahû gihîştin Îsraîlê.
Netanyahû diyar kiribû ku ewî belgeyên ku Îran ji bo çêkirina çeka nukleerî bernameyeke taybet dimeşîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin