Esper: Hevrikên herî stratejîk ên Amerîkayê Rûsya û Çîn in
17 îlon 2020 20:33
PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Mark Esper di konferansa dezgeha ramyarî Rand Corporation a Amerîkî de axivî û got, hevrikên herî stratejîk ên Amerîkayê Rûsya û Çîn in.
Esper di gotara xwe de dibêje; “Em niha di serdema hevrikiya/reqabeta hêzên mezin de ne. Wezareta Bergiriyê Çîn û Rûsyayê wekî hevrikên me yên herî stratejîk dinirxîne.”
Esper diyar dike ku herdu welatan jî hêzên xwe modernîze kirine û derfetên wan ên fezayî û sîber zêde bûne.
Wezîrê Amerîkî destnîşan dike, “Amerîka û şirîkên wê divê prensîbên xwe yên bingehîn û awayê jiyana xwe berdewam bikin. Em ji bo vê jî xwedî biryardariyeke tam in.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Esper: Kustina Silêmanî awantajeke stratejîk da Amerîkayê
07 sbt 2020
Cîhan
Amerîkayê konsulxaneya herî mezin a cîhanê li Hewlêrê vekir
03 brf 2025
Jiyan
"2ê Nîsanê wê weke rojeke herî girîng a Amerîkayê têkeve dîrokê"
02 nsn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin