Esed û wezîrê nû yê Îranê cara yekem li Samê civiyan
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê, Hisên Emîr Ebdullahiyan piştî beşdarbûna Lûtkeya Bexdayê serdana Sûriyê kir û li Şamê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya.
Serokatiya Sûriyê ragihandiye roja Yekşemê 29ê Tebaxê Esed û Ebdullahiyan civiyane û her du aliyan di hevdîtinê de pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî li navçeyê û cîhanê, bi taybet rewşa li Afganistanê û bandora wê li ser ewlehî û aramiya herêmê gotûbêj kirine.
Hat diyar kirin ku civînê de her du aliyan bihêzkirina hevkariya hevbeş di warên cuda de bi taybetî warên aborî û bazirganî de gotûbêj kirine, ji bo ku her du welat bikarin li hember bandorên dorpêç û cezayên ku li ser her du welatan hatine sepandin, li ber xwe bidin.
Serokatiya Sûriyê daye xuyakirin, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan di hevdîtinê de Esed ji encamên kongreya “Hevkarî û Hevbeşî” ya li Bexdayê agahdar kiriye û têkildarî mijarê her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirine, ku “paşeroja navçeyê bi îradeya xelkê wê ve tê çêkirin û hevkariya avaker bi welatên din re girêdayî rêzgirtina welatan ji wê îradeyê û destwernedana di karûbarên navxweyî yên welatan e.”
Beşar Esed di civînê de bal kişandiye ser berdewamiya hevkariya di navbera Sûriyê û Îranê de û gotiye, encamên erênî yên wê hevkariyê çêbûne, ji bo parastina berjewendiyên her du gel û hikûmetên Îran û Sûriyê.
Esed herwiha bal kişandiye ser hevkariya Sûriyê û Îranê di warê leşkerî de û ragihandiye, Sûriye dê di têkoşîna dijî terorê de berdewam be heta ku tevahiya axa xwe rizgar bike.
Hisên Emîr Ebdullahiyan tekezî li ser berdewambûna Îranê ji bo piştgirîkirina Sûriyê di warên serbazî û aborî de kiriye û diyar kiriye, Îran û Sûriye di şerê dijî terorê de serkeftinên mezin bi dest xistine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin