Esed: Erdogan pistgiriyê dide terorîstan û santaja bê ehlaqî li Ewropayê dike
PeyamaKurd - Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîna ligel kovara Paris Match de, dibêje hîn şerê li dijî terorîstan bi dawî nebûye û terorîst li herêmên Bakur (Rojava) hene.
Beşar Esed ji bo Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî got, “Erdogan bi vegera terorîstan hewl dide li ser Ewropayê şantajê bike û ev yek bê ehlaqî ye.”
Esed wiha pê de çû: “Kesê ku rêzê ji xwe re bigire, dê wiha neaxive. Li wir sazî û qanûn hene, mijara şandina terorîstan an jî şandina kesên mehkum ji dewletên din re, rastî hevpeymanên dualî yên di navbera dewletan de tên, an ew kes ji zindanê derkeve û tu dizanî ku terorîst e û tu dişînî dewleteke din da ku sivîlan qetil bike. Ev bi serê xwe bêexlaqî ye.”
Li ser mijara bikaranîna çekên kîmyewî jî Beşar Esed got: “Heta vê kêliyê îsbat tune ne, ji ber bikaranîna çekên wiha dê jiyana bi hezaran bike qurban û ev jî pêk nehatiye. Lê belê sedema vê yekê ji ber artêşa Sûriyê li dijî terorê bi pêş de diçû, wê gavê hincet pêwîst bûn da ku derbê artêşê bixe û ev yek jî rû da. Ev kiryar di 2 rewşan de tê bikaranîn, yan em ê bi paş de biçin û di encamê de divê em bisekinin, bi wateya gefan, an jî em ê amadekariyên operasyonên berfireh bikin û di encamê de ew ê berî operasyonê gefan bixwin.”
Serokê rejîma Sûriyê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî wekî propaganda binav kira û diyar kir, “Ya duyemîn em baş bi pêş de diçin, wê demê em çima çekên kîmyewî bi kar bînin? Pirs di vir de ye, lê xala herî girîng ew e ku li her devera ku em derbas dibinê, sivîl lê vedigerin û jiyana xwe ya asayî berdewam dikin. Wê demê çawa em çekên kîmyewî bi kar tînin û sivîl li wir dimînin?”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin