Ersed Salihî cara ewil li rêveberiya sepandî gazin kir: Kerkûk bûye wek gundekî

06 mijdar 2020 19:48
Ersed Salihî cara ewil li rêveberiya sepandî gazin kir: Kerkûk bûye wek gundekî

PeyamaKurd - Serokê Bereya Tirkmenî û Parlementer Erşed Salihî ku nêzîkî Tirkiyê ye, piştî ketina Heşda Şeibî ya nav Kerkûkê û xiyaneta 16ê Cotmehê ku wan jî piştgirî dabûyê, cara ewil gilî û gazinên xwe ji rêveberiya sepandî ya Kerkûkê kir û got, êdî Kerkûk bûye weke gundekî.

Salihî ji ber paşketina xizmetguzariyan, tinebûna projeyên jêrxanê, belavbûna gendeliya darayî li fermangeh û saziyên hikûmetê yên li parêzgeha Kerkûkê gilî û gazinên xwe kirin û got: “Me gelek pere ji bo rêvebirina projeyên parêzgeha Kerkûkê û temamkirina wan terxan kir, lê rêjeya cîbicîkirina wan di asta daxwazkirî de nîne.”

Salihî bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn: “Me ji fermangehên destpakî û çavdêriya darayî daxwaz kir ku lêkolînê di xerciyên darayî yên wan projeyan de bikin. Xemsariya ku di wan projeyan de tê kirin, Kerkûkê ji parêzgeheke medenî, şibande gundekî.”

Serokê Bereya Tirkmenî diyar kir: “Pêwîstiya Kerkûkê bi encûmeneke avakirin û xizmetguzarî ya serbixwe heye, xwe tenê bi rêveberên fermangehan girênedin.”

Erşed Salihî daye xuyakirin: “Me ji aliyên peywendîdar daxwaz kiriye ku qebareya wan pereyan eşkere bikin ku ji bo Balafirgeha Kerkûkê hatiye terxankirin û rêyên xerckirinê û karên ku di wê projeyê de hatine encamdan.”