"Cara ewil Kurda cejna jidayikbûna Îsa Mesîh pîroz kirine"
PeyamaKurd – Keşeyê Dêra Protestan a Mêrdînê diyar kir, bi wateya rastîn yekem car Kurda sersala miladî pîroz kirine.
Keşeyê Dêra Protestan a Mêrdîna Bakûrê Kurdistanê Ender Pek eşkere kir, pîrozkirina sersala mîladî, çandeke Mesîhiyane ye lê belê cara ewil di dîrokê de Kurda sersala mîladî pîroz kirine.
Herwiha Ender Pek eşkere kir, Kurd weke yekem gelê herêmê, cara ewil cejna jidayikbûna Îsa Mesîh û sersala mîladî pîroz kirine, lê ne bi awayê niha, rengê îro. Belkî bi reng û awayekî rasteqîn ev cejna han pîroz kirine.
Di berdewamiyê de destnîşan kir, yekem civaka ku bawerî bi Îsa anîne, Macî bûne, Macî jî nunerê çîna oldar a Kurdan di vê demê de bûye, lewre yekem car di dîrokê de cejna jidayikbûna Îsa Mesîh ji aliyê Nestûriyan ve ku beşek ji Kurda ne, hatiye pîrozkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin