Ermenistanê li hember berdana 15 welatiyên xwe nexseyên 92 hezar mînan dan Azerbaycanê

04 tîrmeh 2021 13:02
Ermenistanê li hember berdana 15 welatiyên xwe nexseyên 92 hezar mînan dan Azerbaycanê

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Azerbaycanê ragihand ku Ermenistanê li hember berdana 15 hemwelatiyên xwe yên girtî nexşeyên 92 hezar mînên antî tank û antî personel yên berê hatine çandin radestî Azerbaycanê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê Azerbaycanê jî li hember wan nexşeyên mînan ên deverê Fuzilî û Zengilanê 15 hemwelatiyên Ermenî yên girtî radestî hikûmeta Ermenistanê kiriye ku ev yek jî bi navbeynkariya Rûsyayê pêk hatiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî şerê Qerebaxê û agirbesta bi navbeynkariya Rûsyayê hatibû ragihandin, Ermenistanê dîsa li hember berdana 15 ermenan nexşeyên 97 hezar mînan ên bajarê Agdamê radestî Azerbaycanê kiribû.