Ermenîstan û Azerbaycanê agirbest ragihandin
10 cotmeh 2020 13:47
PeyamaKurd – Ermenîstan û Azerbaycanê, li ser agirbestê li hev kirin û îro wê ji saet 12:00an pêv li Qerebaxê agirbest pêk bê.
Bi banga Serokomarê Rûsyayê, Wezîrên Karên Derve yên Azerbaycan û Ermenîstanê li Moskovê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov re civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn.
Li gor daxuyaniyê, piştî civîneke 10 saetan, biryara agirbestê hat qebûlkirin.
Li gor daxuyaniyê sedema agirbestê ev e: ‘‘Ji bo pevguhertina hêsîran û cenazeyan li gorî navbeynkarî û pîvanên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ji bo armancên alîkariya mirovî agirbest hate ragihandin.’’
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de agirbest çêbû
15 îln 2022
Jiyan
Li Sûdanê agirbesteke 3 mehî hat ragihandin
25 mjd 2025
Cîhan
Di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de dîsa ser destpê kir
13 îln 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin