Ermenistan | Artêsê îstifaya Serokwezîr xwest, Pasînyan sererkan ji kar avêt
PeyamaKurd - Sererkan û fermandarên payebilind ên Ermenistanê bang li Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan kirin ku karvekêşane xwe bide.
Paşînyan ev yek wekî hewldana darbeya leşkerî nirxand û wî jî bang li alîgirên xwe kir derkevin kolanan. Paşînyan herwiha sererkanê artêşa Ermenistanê Onuk Gasparnyan ji kar avêt.
Alozîya li Ermenistanê berdewam dike û li gorî nirxandinan tê gotin ku Rûsya piştevaniya artêşê dike.
Hêjayî gotinê ye, piştî şerê Qerebaxê ku Ermenistan têk çû û hejmarek bajar ketin destê Azerbaycanê ev demek e îstifaya hikûmeta Ermenistanê û Serokwezîr Paşînyan tê xwestin, lê wî karvekêşan heta niha red kiriye.
Kremlînê piştî krîza îsitfayê û hewldana artêşa Ermenistanê ragihand , "Em ji rewşê bi fikar in, ev pirsa navxweyî ya Ermenistanê ye. Pêwîste tiştê diqewime di çarçoveya destûrê de be."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin