Ermenistan: 2 hezar û 425 leskerên me hatin kustin
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Ermenistanê Arsen Torosyan ragihand ku ji ber şer û pevçûnên li hember Azerbaycanê yên li herêma Qerebaxê 2 hezar û 425 leşkerên wan hatine kuştin.
Arsen Torosyan li ser amarên kuştiyên şerê li herêma Nagorno-Qerebaxê ragihand: “Saziya me ya dadî, li ser termên 2 hezar û 425 leşkerên me yên ku can dane lêkolîn kir.”
Wezîrê Tenduristiya Ermenistanê Arsen Torosyan da zanîn ku nasnameyên 250 leşkerên kuştî hê jî diyar nebûne.
Artêşa Ermenistanê beriya niha dabû xuyakirin ku 1585 leşkeran wan di şer de can dane.
Şerê Ermenistan û Azerbaycanê yê Nogorno-Qerebaxê 27ê Îlonê dest pê kiribû û 9ê Mijdarê jî bi navbeynkariya Rûsyayê herdu aliyan agirbest îmze kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin