Li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê 3 leskerên Azerbeycanê hatin kustin

12 nîsan 2023 02:16
Li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê 3 leskerên Azerbeycanê hatin kustin

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Azerbeycanê ragihand ku li Laçînê, li bajarê Gorusê li jîngeha Dixê yekîneyên bi ser artêşa Ermenistanê bi çeken cuda li çeperên leşkerên Azerbeycanê xistine û di encamê de 3 leşkerên Azerbeycanê hatine kuştin.

Hat ragihandin ku leşkerên Azerbeycanê bersiva leşkerên Ermenistanê dane û ji wan gelek leşker hatine kuştin. Dever, niha di bin kontrola Azerbeycanê de ye.