Êrîşkarê li Almanyayê bi wesayîtê ket nav girseyê hat kuştin

26 tîrmeh 2026 21:37

Li Almanyayê êrîşkarê ku bi wesayîta diajot ket nav qelebalixê û bû sedema mirina kesekî di operasyona polêsan de hat kuştin.

Êrîşkarê li Almanyayê bi wesayîtê ket nav girseyê hat kuştin

RûpelNews - Li Berlîna paytexta Almanyayê beriya konser û mîtînga ku di çarçoveya meşa LGBTyiyan de hatibû lidarxistin, kesekî bi wesayîtê ket nav girseyê li herêma Tiergartenê. Di bûyerê de kesek jiyana xwe ji dest da û 29 kes jî birîndar bûn.

Êrîşkarê ku bi wesayîta xwe li peyayan xistibû, di operasyona polêsan de hat kuştin. Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku bûyer êrîşeke terorîstî bû û gumanbarê 21 salî Abdul Ballout  pêwendiyên wî bi DAIŞê re hebûn. 

Serokwezîrê Alman Friedrich Merz got ku armanca êrîşa bi wesayîtê ew bû ku zirarê bide yekîtiya civakê. Merz got: "Armanca êrîşê ew e ku civaka me parçe bike. Ew dixwazin tiştê herî biqîmet ê ku me heye ji destê me bistînin: Pêkvejiyan û azadiya me."