Li Almanyayê êrîşa çekdarî: 5 kes hatin kuştin

29 hezîran 2026 15:38

Hate ragihandin ku li bajarokê Stade yê li bakurê Almanyayê di êrîşeke çekdarî de pênc kes hatine kuştin.

Li Almanyayê êrîşa çekdarî: 5 kes hatin kuştin

RûpelNews - Polîsê alman û dezgehên hawarçûnê li bajarokê Stade, li eyaleta Saksonyaya Jêrîn, operasyoneke berfireh dane destpêkirin.

Polîs û dezgehên hawarçûnê îro nêzîkî nîvro li Stade operasyoneke mezin dane destpêkirin.

Li gorî polîsan, li devera Dankersstrasse ya Stade gelek gule hatine reşandin. Gumanbarek li cihê bûyerê hat desteserkirin. Her çend rewş wekî 'dinamîk' tê binavkirin jî, Navenda Polîsan a Lüneburgê bi rêya hesabê xwe yê Xê hişyariyek belav kir: 'Ji kerema xwe ji deverê derkevin û nêzîk nebin!'

Piştî demeke kurt, polîsan bi fermî piştrast kir ku di teqekirina li navenda Stade de jiyana pênc kesan ji dest çûye.