Êrîşkarê ku bi kêr parlamenter birîndar kiribû hat girtin
Serokê berê yê navçeya Oguzeliyê ya Dîlokê yê CHPê Seydi Ahmet Keleş ku bi kêr êrîş li Parlamenterê Partiya YENÎ Melih Meriç kiribû hate girtin.
RûpelNews - Serokê berê yê navçeya CHPê ya Oguzeliya Dîlokê Seydi Ahmet Keleş ku bi kêr êrîş li parlamenterê Partiya YENÎ yê Dîlokê Melih Meriç kiribû piştî ku reviya bû xwe radest kiribû, ligel 4 gumanbarên din ên ku di bûyerê de navê wan derbas bûbû, birin dadgehê.
Gava ku dihatibû dadgehê, gumanbar Seydi Ahmet Keleş bersiva pirsên rojnamevanan da û got: "Ez gelek poşman im; ew parlamenter hevalê min e. Wî ez gelek provoke kirim, min bi qestî ev nekir. Ez gelek kêfxweş im ku ew sax e."
Di vê navberê de, hat ragihandin ku gumanbar di îfadeya xwe ya ji polîsan re îdia kiriye ku bûyer ji ber nakokiyeke di navbera wan de derbarê tayînkirina kesekî din wek serokê şaxa navçeya Oguzeliyê ya Partiya YENÎ de qewimiye.
Êrîşkar Seydi Ahmet Keleş, û kurê wî Hakan Keleş ê ku bi veşartina delîlên sûcê tê tohmetbarkirin, hatin girtin.
