Êrîsê konwoya serkonsuliya Bexdayê ya Awûstralyayê kirin
PeyamaKurd – Li Iraqê li payîtext Bexdayê êrîşê konwoya serkonsuliya Bexdayê ya Awûstralyayê kirin. Êrîş nêzî Herêma Kesk ya ku konsolosên dewletên biyanî û xebatkarên hukumeta Bexdayê lê ne çêbû. Di wexta ku konwoya serkonsulxanê diçû Herêma Kesk, li ser rêya El-Qasidiye bombe hatibû bicîhkirin û di dema borîna konwoyê de bombe hat teqandin. Di encamê de tenê alaveka konwoyê xesar dît lê birîndarî an kuştin çênebû.
Berdevkê wezareta karên derve yê Iraqê Ahmed Sanhaf bûyerê şermezar kir û weha got:
“Wezaret radigihîne ku Iraq bi Awûstralyayê re di nav hevkariyê de ye. Em bi Peymana Viyanayê ve girêdayîne ku parastina kadroyên mîsyonan dike, avahiyên wan diparêze û têkiliyên xebatên hevbeş hêsan dike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin