Ereba ku ket Çemê Zê, ajotvanê wê mir û kurê wî birîndar bû

08 adar 2025 00:08
Ereba ku ket Çemê Zê, ajotvanê wê mir û kurê wî birîndar bû

PeyamaKurd – Li ser rêya Wanê û Hakkariyê ereba bazirganî ji desthilata ajotvan Aydın Yeşilgöz derket û ket nav Çemê Zê ( Zap). Di dema erebe ket nav avê, bi bandora ketinê, ajotvan Aydın Yeşilgöz ji erebê pekiya nav avê û ket ber pêlên ava çemê Zê.

Dema tîmên tenduristiyê, AFAD, JAK û UMKE gihan ciyê bûyerê, li termê Aydın Yeşilgöz geriyan û karibûn ji ciyê bûyerê bi 1 km.yekî dûr, cesedê wî bibînin.

Kurê ajotvanê erebê yê bi navê Muhammet Yeşilgöz ê 10 salî, bi derfetên xwe ji nav avê derket.

Birîndar Muhammet Yeşilgöz bi ambûlansê birin nexwexana dewletê ya Hakkariya û cesedê bavê wî yê Aydın Yeşilgöz birin morga nexweşxanê.