Qerebax | Di teqînê de herî kêm 200 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Di teqîna li herêma Qerebaxê de, herî kêm 200 kes birîndar bûn.
Li gor Reutersê diyar kir, derengê şeva borî di encama teqîna westgeheke benzînê de, herî kêm 200 kes li herêma Nagorno-Qerebaxê birîndar bûn.
Herwiha eşkere kir, ji ber nebûna derman û alavên bizîşkî li Qerebaxê, piraniya birîndaran ji bo dermankirinê, deverên din ên Ermenistanê hatin şandin.
Hefteya borî leşkerên Azerbeycanê herêma Qerebaxê kontrol kirin û ji ber şer û pevçûnên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de zêdetirî 6500 Ermenî ji wê herêmê reviyan.
Qerebax beşek ji Azerbaycanê ye, lê ev herêm 30 sal in di bin kontrola Ermeniyan de bû. Lê di şerê sala 2020an de Azerbaycanê karibû herêmeke berfireh a vê herêmê bi dest bixe.
Serkirdeyên Qerebaxê diyar dikin, 120 hezar Ermeniyên ku li Qerebaxê dimînin, wê herin Ermenistanê ji ber ku ew naxwazin di bin serweriya Azerbaycanê de bijîn û ji qirkirina etnîkî ditirsin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin