Ereb dixwazin li Kerkûkê Kurd desthilatdar bin!

28 hezîran 2018 15:44
Ereb dixwazin li Kerkûkê Kurd desthilatdar bin!

PeyamaKurd- Eşîrên Ereban dizanin ku li herêmên Kurdistanî yên ku nîqaş li ser wan heye, talûkeyên mezin hene. Ji ber vê yekê dixwazin li Kerkûkê Kurd desthilatdar bin.

Berdevkê Eşîrên Ereban yên ku li herêma Nînowayê dijîn Muzahîm el Huweyt got ku li herêmên Kurdistanî yên ku nîqaş li ser wan heye, felaketeke mezin wê biqewime. Em ji vê yekê gelekî bi tirs in.

Muzahîm el Huweyt wiha berdewam kir: Li herêmên Kurdistanî yên ku nîqaş li ser wan heye, ti ewlehî û aramî nîn e. Sebeba vê yekê jî hikûmeta Iraqê û Koalîsyona navnetewî ne. Ev herêm têne cezakirin û her ku diçe êrîşên IŞÎDê li ser herêmê zêdetir dibin. Ji bo ku careke dî pêşmerge werin vê herêmê em ê xebatên xwe bidomînin. Pêşmergeyan ev herêm gelekî bi serkeftî parastin. Pêşmergeyan li gorî mezheb û nijadê, ferq nedixiste nava gelê herêmê de.