Erdogan wê serdana Iraqê bike
PeyamaKurd - Balyozê Tirkiyê li Iraqê radigihîne, ji bo vekirina deriyeke sînorî di navbera Tirkiye û Iraqê de, hevahengiya Herêma Kurdistanê pêwîst e.
Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatih Yildiz ragihand, biryar e Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di dawiya îsal de serdana Iraqê bike, ta niha serdana wî tenê bo Bexdayê yekalî bûye. Ragihand jî, ligel wê jî em dixwazin serdana çend bajarên din jî lixwe bigire, ji wan Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî û Besrayê, ev jî dê di paşerojê de yekalî dikin.
Amaje bi wê jî kir, wek dizanin, xeta petrolê Kerkûk – Ceyhan ta niha ji kar ketiye û em Iraqê jî dixwazin dubare wê xetê bixine kar û ew xet firehter û mezintir bikin, ji ber ku petrola Kerkûkê ji Tirkiye û Cîhanê re gelekî girîng e.
Derbarê deriyê sînorî de, Balyozê Tirkiyê li Iraql got: Tirkiye dixwaze deriyekî duyem bi Iraqê veke, ew derî jî li navçeya Silopî dibe.
Diyar kir jî, wan bi Iraqê re wê derbarê de axivîne, lê di heman demê de pêwîst e her karekî din di vê pirsê de di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de guftûgo û hevahengî hebe, ji ber ku dixwazin di zûtirîn dem wê projeyê encam bibin serî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin