Erdogan: Wê Rûsya ji bo Kobanê nêzîkatiyeke erênî nîsan bide

14 cotmeh 2019 17:13
Erdogan: Wê Rûsya ji bo Kobanê nêzîkatiyeke erênî nîsan bide

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku roja 9ê Cotmehê ferman û destpêkirina êrîşên dijî Rojavayê Kurdistanê ragihandibû, îro beriya serdana Azerbaycanê bike li ser rêkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk û artêşa Sûriyê daxuyanî dan. Erdogan li ser pirsa rojnamevnan got ku niha geleke gotegot hene, bi taybet xuyaye ku dê bi nêzîkatiya erênî ya Rûsyayê ji bo Kobaniyê pirsgirêk çênebe.

Erdogan herwiha ji bo êrîşa kontrolkirina Minbicê û pirsa rêkeftina HSD û rejîma Sûriyê wiha axivî: "Niha gelek gotegot hene. Bi taybet bi danûstandinên rêya balyozxanayê (Rûsya) xuyaye ku dê bi nêzîkatiyeke erênî ya Rûsyayê ji bo Kobaniyê pirsgirêk çênebe. Me ji bo Minbicê biryara xwe daye, em di rewşa cîbicîkirinê de ne."

Erdogan herwiha got ku ew dê êrîşên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê berdewam bikin ta ku bi gotina wî 'terorîst' nemînin.

Piştî ragihandina rêkeftina bi çavderiya Rûsyayê ku di navbera HSD û artêşa Sûriyê de hatiye kirin, hêzên artêşa Sûriyê li deverên sînorê Tirkiyê dest bi bicihbûnê kirine ku tê ragihandin, ji bor rêgiriya hêzên hevpeymaniyê nekarîne bikevin bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê. 

Hêzên artêşa Sûriyê herî dawî gihîştibûn, navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê ku hê jî pêşveçûna xwe ya bo kontrolkirina sînoran li gor rêkeftina ligel Kurdan hatiye kirin, berdewam dikin.