Erdogan bo pirsa Kurd: Prose bi erênî didome

29 nîsan 2026 14:37

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, di derbarê pêvajoya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd de axivî û got, "Me gelek qonaxên krîtîk li dû xwe hiştin, em guh nadin dengê vîkûvala; pêvajo wekî ku divê didome."

Erdogan bo pirsa Kurd: Prose bi erênî didome
Wêne: AA

RûpelNews - Serokomar û Serokê AK Parti Recep Tayyip Erdogan, di civîna koma partiya xwe ya heftane de derbarê rojevê de daxuyanî da.

Erdogan li ser pêvajoya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin diyar kir ku prose di atmosfereke erênî de berdewam dike û derbarê pêvajoyê de wiha axivî:

"Me gelek qonaxên krîtîk bi serkeftî derbas kirine"

"Tevî hemû çalakiyên sabotajê yên veşartî û eşkere yên ku em rûbirûyê wan bûne, em niha gihîştine meha 18-an a pêvajoyê û, spas ji Xwedê re, me gelek qonaxên krîtîk bi serkeftî derbas kirine. Di rojên dawî de, hin derdor hewl dane ku derbarê pêvajoyê de gotegotên nerast belav bikin lê ev helwesteke ne dirust e. Wekî ku min di pêşwaziya 23ê Nîsanê de jî anî ziman, atmosferek erênî heye. Eşkere ye ku divê çi were kirin. Pêvajo wekî ku divê dimeşe. Me dest bi vê rêyê kir da ku lîstikên xapînok ên ku li herêma me tên lîstin pûç bikin. Me dest bi vê rêyê kir da ku careke din û herheyî dawî li serdestiya çekan bînin û kapasîteya demokratîk a siyaseta sivîl hê bêtir xurt bikin."

Erdoğan diyar kir ew ên li pêşiya vê pêvajoyê bisekinin dê ji aliyê dîrokê ve bên darizandin û wiha axivî:

"Yên piştgiriyê didin proseyê di dîrokê de dê cîh bigirin"

"Bi îzna Xwedê, em ê bi sebir, samîmiyet û biryardariyê li ser vê riya pîroz bimeşin heta ku em bigihîjin armanca xwe. Di vê serdema biêş a ku herêma me tê re derbas dibe de, bêguman navê her kesê ku beşdarî vê pêvajoyê bibe dê di dîrokê de were tomarkirin. Bi heman awayî, her înîsiyatîfeke ku pêvajoyê aloz dike, wê paşde dibe an jî aloziyan çêdike, ew jî dê ji aliyê dîrokê ve were darizandin."