Erdogan û Biden, li ser çend mijarên girîng axivîn

10 tîrmeh 2023 03:00
Erdogan û Biden, li ser çend mijarên girîng axivîn

PeyamaKurd- Li gorî hat ragihandin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bi telefonê axivî. 

Hat eşkerekirin ku di vê axaftinê de helwesta Ukraynayê ya di NATOyê de, endamtiya Swêdê ya NATOyê, radestkirina balafirên F-16 û pêvajoya endamtiya tam a Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) hatine gotûbêjkirin. 

Her wiha hat zanîn ku herdu rêberan li hev kir ku li Vilniusê rû bi rû bicivin û têkiliyên dualî yên Tirkiye û Amerîkayê û mijarên herêmî bi berfirehî gotûbêj bikin.

Li gorî hat zanîn, Erdogan diyar kir ku Swêd di qanûnên xwe yên têkoşîna li dijî terorê de di rêyeke rast de hin gav havêtine, lê alîgirên PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê xwepêşandanên ku pesnê terorê didin, bi serbestî dewam dikin û ev jî gavên ku havêtine pûç dike.

Li ser F16an jî axivîn

Hat zanîn ku Erdogan destnîşan kir ku ne rast e daxwaza Tirkiyeyê ya F-16an bi endamtiya Swêdê re bê girêdan û ji ber piştgirîkirina daxwaza Tirkiyeyê ya F-16an, spasiya Serokê Amerîkayê Biden kir.

Endamtiya Yekîtiya Ewropayê hat nirxandin

Her wiha hat eşkerekirin ku pêvajoya endamtiya tam a Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê jî hat axaftin û Erdogan diyar kir ku Tirkiye di mijara endametiya YEyê de prensîb û durust e û got ku ew dixwazin pêvajoya endamtiya YEyê ji nû ve vejînin û di Lûtkeya Vilniusê de jî ji welatên pêşeng ên Yekîtiya Ewropayê û serkirdayetiya YEyê dixwazin ku bi awayekî zelal û bi hêz rabin.