Blinken û hemtayê wî yê Tirk Mevlut Çavusoglu li ser çend mijarên girîng peyivîn

04 rêbendan 2022 15:59
Blinken û hemtayê wî yê Tirk Mevlut Çavusoglu li ser çend mijarên girîng peyivîn

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û hemtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê, li ser çend mijarên girîng peyivîn.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir, Blinken û Çavuşoglu derbarê: “Girjiya Rûsya li sînorê Ukrayna çêkiriye’’ axifîne û bal kişandine ser hevkariya dijî Moskowê.

Li gor daxuyanîya Wezareta Karên Derve ya Amerîka, Blinken û Çavuşoglu derbarê mijarên Efrîqa, normalkirina pêwendîyên bi Ermenistanê re û geşkirina pêwendiyan peyivîne.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê jî eşkere kir, Blinken û Çavuşoglu ser girjiya Rûsya û Ukrayna û rewşa Sudan, Etîyopya û Qafqasan danûstandin kirine.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu meha borî dîyar kiribû ku ew ê Balyozê Washingtonê yê berê Serdar Kılıç ji bo Nûnertîya Taybet a Ermenistanê erkdar bikin.
Ermenistanê jî bo pêvajoya dîyalogê Cîgirê Serokê Parlamanê Ruben Rubinyan erkdar kiriye.