Erdogan ‘Stratejiya Reformên Darazê’ eskere kir: Êdî wê girtina kesan ne hêsan be...
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan ‘Belgeya Stratejiya Reformên Darazê’ di bernameya Reformên Darazê de eşkere kir.
Erdogan got, Êdî ew ê ji bo bihêzkirina mafê azadiya derbirinê de nêzîkatiyeke nû derxin holê û mafê dadgehkirina adil bi awayekî çalaktir biparêzin.
Erdogan bal kişand ser ku êdî ew ê dadgehkirina bêyî xistina girtîgehan esas bigirin.
Hin sernavên axaftina Erdogan wiha ne:
- Em bi vê belgeyê û ji bo bihêzkirin û pêşxistina mafê azadiya derbirinê nêzîkatiyeke nû tînin.
- De heyama bê de armanca me ew e ku mafê darizandina adil bi awayekî çalaktir bê parastin.
- Ji bo tedbîra girtinê bi awayekî pîvan bê bikaranîn em gavên nû davêjin.
- Wê sererastkirinek bê kirin ku malperek bi tevahî neyê astengkirin, tenê beşa wê malperê ya biryara astengkirinê hatiye dayîn bê astengkirin.
- Wê perwerdeya Zankoyên Hiqûqê ji çar salan derkeve 5 salan.
- Wê dadwer (hakim) bi reformê re di nav xwe de, wekî hakimê ceza û hiqûqê bên dabeşkirin û bibin pisporên beşa xwe.
- Wê mafê parêzeran ê bidestxistina zanyariyan û belgeyan bi yasayê bê firehkirin û ji bo bikarin karê xwe baş bikin, li gorî hin pîvanên diyarkirî pasaporta kesk bo geştên navdewletî bê dayîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin