Erdogan roja biryara Demirtas, bi serdozger re civiya

22 mijdar 2018 14:20
Erdogan roja biryara Demirtas, bi serdozger re civiya

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şeva (20-11-2018) ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara tehliyekirina Selahattîn Demirtaş da, bi serdozgerê dadgeha Enqerê yê ku doza Demirtaş jî li wê dadgehê ye re civiya.

Li gor nûçeya rojnameya Cumhuriyetê Serdozger Yuksel Kocaman heman roja biryara DMMEyê ku Erdogan gotibû, biryara DMMEyê ya bo Demirtaş wan girê nade û ew nas nakin bi serdozger re hat ba hev.

Derbarê naveroka hevdîtina ku li Koşka Serokomariyê pêk hatiye ti zanyariyek nehat belavkirin.