Erdogan, bertek nîsanî biryara Amerîkayê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê da
PeyamaKurd-Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, li ser biryara Amerîkayê ya di derbarê Rojavayê Kurdistanê de nerazîbûn nîşan da. Erdogan, biryarên Amerîkayê yên efûkirina navçeyan û sizayên li ser Sûriyeyê, wekî biryarên şaş pênase kir.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, îro di daxuyaniyeke çapemeniyê de bertek nîşanî biryarên Amerîkayê da. Erdogan, biryara nû ya Amerîkayê ya efûkirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê û sizayên li ser Sûriyeyê, wekî biryarên şaş ên Washingtonê pênase kir. Erdogan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê ya ku li navçeyê wekî hevkareke sereke ya Amerîkayê ya li dijî DAIŞê ye, wekî ‘rêxistineke terorîst’ pênase kir û da zanîn ku ferqa PKKê û YPGê ji hev tuneye.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan da zanîn ku ew ê piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden, helwesta xwe diyar bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin