Erdogan: Pêwîste Amerîka Rojhilatê Firatê terk bike!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di vegera xwe ya serdana Îranê de, di balafirê de daxuyanî dan rojnamevanan.
Erdogan li ser mijara operasyoneke nû ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê got ku pêwîste Amerîka terka Rojhilatê Firatê bide û wiha axivî: "Em dixwazin ku Rûsya û Îran di têkoşîna kûrahiya 30 km ya nav sînorên Sûriyê de, li kêleka me bin. Divê piştevaniya pêwîst bidin me.”
Erdogan li ser mijara kirîn û modernîzekirina balafirên F-16 jî diyar kir, “Biden şert nedanî. Divê wek endamên NATO em hiqûqa hevdu biparêzin. Danîna mercan me girê nade. Bo operasyoneke nû ya Bakurê Sûriyê jî heta endîşeyên me yên ewlekariyê neyên çareserkirin, wê di rojeva me de be.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin