Erdogan: Li Rojhilatê Firatê em û Amerîka dê bi hev re bixebitin

08 tebax 2019 14:39
Erdogan: Li Rojhilatê Firatê em û Amerîka dê bi hev re bixebitin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Erdogan got, “Me û Amerîkiyan biryar da ku navendeke operasyonê ava bikin."

Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPyê duh bi şev (7ê Tebaxê) li gel Vladimir Zelenskiy, Serokdewletê Ûkraynayê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Civîn li Enqereyê li Koşka Serokomariyê pêk hat.

Li gorî nûçeyên medya tirkî, Erdogan di axaftina xwe behsa hevdîtinên Tirkiye û Amerîkayê kir. Li ser pirseke derbarê hevdîtinên di navbera heyeta rayedarên Tirkiye û Amerîkayê de Erdogan wih axivî:

“Gotûbêjan 3 rojan berdewam kir. Ev gotûbêj bi rastî jî di rêyeke erênî de berdewam kirin. Wê berdewam bikin helbet lê niha gavek tê avêtin. Ez ê behsa demeke diyarkirî nekim lê me û amerîkayiyan bi hev re biryar da ku navendeke operasyonê ava bikin. Bi avakirina vê navendê re wê pêvajoya li vir dest pê bike.”

Ji Erdogan hat pirsîn ku ‘gelo di vî warî de çu gav hatine avêtin’. Erdogan ev pirs wiha bersivand. “Em bi hev re gavan diavêjin. Lê li vê derê ya giring ew bû ku ev gav li Rojhilatê Firatê têavêtin, ew jî digel Amerîkiyan pêk tê.”