Erdogan: Pêvajoya çareseriyê me da destpêkirin, lê ne me dawî lê anî

09 tîrmeh 2021 23:31
Erdogan: Pêvajoya çareseriyê me da destpêkirin, lê ne me dawî lê anî

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro 9ê Tîrmehê di serdana xwe ya Diyarbekirê de, beşdarî merasîma vekirina hejmarek projeyan bû.

Erdogan di axaftina xwe ya merasîmê de got: “Em Zindana Diyarbekirê ku di demên derbasbûyî de navê wê bi îşkence û miameleya xerab belav bûye, vala dikin û dikin Navenda Çand û Hunerê.”

Erdogan derbarê mijara bidawîbûna pêvajoya çareseriyê de wiha axivî: “Pêvajoya çareseriyê me da destpêkirin, lê ne me bidawî kir. Yên ku xwedî rojevên veşarî û niyetxirab ew bidawî anîn.”

Erdogan di gotara xwe de diyar kir ku dema ew bûne desthilatdar wan bi daxwaza gel `Rewşa Awarte` bi dawî aniye û diyar kir:  “Me sala 2005an çi ji we re gotibe, em doh jî li wir bûn û em dê îro û sibe jî li wir bin. Me bi hemû dilsoziya xwe banga aştî, biratî, çareserî, maf, azadî û demkokrasiyê kir.”

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Erdogan di berdewama axaftina xwe de got ku wan pêvajaya çareseriyê daye destpêkirin, lê ne wan pêvajo bidawî aniye û wiha axivî:

“Sedema ku HDPê li Stenbolê û bajarên din piştevaniya CHPê kiriye xizmantiya îdeolojîk e. Bê şerm û fedî dibêjin, aştî, biratî, hiqûq û demokrasî. Hûn yê herî dawîyê wan gotinên bînin ser zimanê xwe ne. Doh yên ku ji bo berdewama xwînrijandinê pêvajoya çareseriyê têk dane niha bi CHPê re hevkariyê dikin. Tenê derdekî wan heye, ew jî Tirkiyeyeke bê Erdogan û bê AK Partî ye.”