Erdogan: Me tenê navber da, emê ji cihê mayî dewam bikin

29 cotmeh 2019 20:31
Erdogan: Me tenê navber da, emê ji cihê mayî dewam bikin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bal kişand ser rêkeftina Soçî ya 22yê Cotmehê di navbera Rûsya-Tirkiyê de û got ku mohleta ji bo vekişîna HSDê hatiye dayîn îro li demjimêr 18:00 bidawî dibe û ewê êrîşên xwe ji cihê mayî berdewam bikin.

Erdogan diyar kir ku wan operasyon bidawî neaniye, tenê navber daye û heger sozên hatine dayîn bicih neyên, "Çawa ku mohlet bidawî hat em ê operasyonê ji cihê mayî berdewam bikin”.

Erdogan, herwiha da xuyakirin ku ew ji cihên ku ketinê dernakevin û got, “Heta yek terorîst bimîne wê têkoşîna me bidome. Dema Obama herêma ewle hatiba avakirin, tengasiyên îro dernediketin.”