Erdogan: Ji bo lezandina proseyê em dixebitin
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê pêvajoya çaresiyê de got: "Divê em di mijarên bi xêr de bilez tevbigerin; em bi hevalbendê xwe (MHP) re li ser rêbazên nû bi hûrgilî li hev dişêwirin da ku prose di zutirîn dem de encam bide."
RûpelNews - Erdogan di civîna koma partiya xwe ya AK Partî ya parlamentoyê deya li ser proseya aştiyê hin peyam dan û wî ragihand ku ew bi biryar in ku prose biçe serî.
Erdogan wiha axivî: "Sipas ji Xwedê re, ez di vê rêyê de ne bi tenê me. Bi Hevpeymaniya Gel a ku me di şeva 15ê Tîrmehê de li qadan ava kir, em ê serkeftinên nû bi dest bixin. Em bi biryar in ku pêvajoya 'Tirkiyeyeke ji Terorê Azad' a ku em wek yek ji destkeftiyên xwe yên herî mezin dibînin bi dilpakî bigihînin encama wê.
Saziyên dewletê yên têkildar li ser modelên cuda dixebitin ji bo lezkirina pêvajoya têkbirina rêxistinê.
"Zêdetirî 2 trîlyon dolar zirar heye"
Li gor Erdogan pirsgirêka Kurd ji ber nehatiye çareserkirin li ser aboriya welat zêdetirî 2 triîlyon dolar zirar rû daye. Erdogan got: "Bila ez îro careke din tekezî li ser vê yekê bikim: Tirkiye ji îrade, kapasîte û tecrûbeya ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ji bo vê pirsgirêkê, ku tenê lêçûna wê ya aborî ji 2 trîlyon dolarî derbas dike, zêdetir xwedî ye. Stûna me ya herî xurt a piştgiriyê gel e ew hûn in.
