Erdogan: Heta 10 rojan mosekên S400î tên Tirkiyê

01 tîrmeh 2019 16:08
Erdogan: Heta 10 rojan mosekên S400î tên Tirkiyê

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan aşkere kiriye heta 10 rojan pergala parastina hewayî ya mûşekî ya S400 digihe Tirikiyê û Amerîka jî razî bûye ku Tirkiye moşekan ji Rûsyayê bistîne û wê tu mueyîdeyan bi ser Tirkiyê da nesepîne.

Erdogan dema di rêya vegera ji lûtkeya G20 ya li Japonyayê ligel rojnamegeran axiviye û behsa civîna xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re kiriye.

Erdogan amaje kiriye ku Rûsya heta 10 rojan pergala parastina hewayî ya S400î radestî Tirkiyê tê kirin. Herwiha bi gotina Erdoganî Trump jî razî bûye S400 bistîne û razî jî bûye Tirkiye balafirên şerî yên şer F35 jî ji Amerîkayê bikire.

Lihevkirina Rûsyayê û Tirkiyê ya li ser kirîna S400an nakokî di navbera Tirkiye û Amerîkayê da durist kiribû. Rayedarên Amerîkayê amaje bi wê yekê kiribûn heger Tirkiye pergala S400 bistîne wê Tirkiye ji sîstema F35an derxin.