Erdogan desteserkirina serkirdeyekî mezin ê DAISê ragihand
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê serkirdeyekî mezin ê DAIŞê desteser kirine.
Recep Tayyip Erdogan piştî geşta xwe ya Balkan di rêya vegerê de axivî û got, serkirdeyê DAIŞê yê bi navê "Beşar Xetab Xezal El Sumeydeî" yê bi nasnavê "Ebû Zeyd" hat desteserkirin.
Erdogan da zanîn, li gor raporteke Neteweyên Yekbûyî ku di meha Tîrmeha îsal de hatiye belavkirin, Beşar Xetab Xezal El Sumeydeî yek ji berpirsên mezin ê rêxistina DAIŞê ye.
Herwiha medyaya Tirkiyê ragihandiye, kesê hatiye desteserkirin, di rastiyê de kesekî naskirî yê bi navê "Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî" ye û gumana wê yekê heye ku xelîfeyê nû yê DAIŞê be.
Di berdewamiyê de Erdogan destnîşan kiriye ku bûye demeke dirêj, ew çavdêriya pêwendiyên vî terorîstî yên li Sûriye û Stenbolê dikin û zanyariyên wê yekê jî li ber dest bû ku ew dixwaze bi qaçaxî derbasî Tirkiyê be.
Herî dawî got, hêzên ewlehiyê yên Stenbolê û îstixbarata Tirkiyê (MÎT) di operasyonekê de Beşar Xetab Xezal El Sumeydeî desteser kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin