Erdogan çûna xwe ya Diyarbekirê betal kir û wê here Bartinê

15 cotmeh 2022 01:19
Erdogan çûna xwe ya Diyarbekirê betal kir û wê here Bartinê

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan wê li Diyarbekir xîtabê xelkê bikira û hem tevlî merasima hinek kargehan bibûya lê li ser teqîna madena bajarê Bartinê, bernama xwe guhert û wê here Bartinê. Li gor ragihandina serokkomariyê, li ser mirina 22 kesan di ocaxa madenê de û karkerên ku di nav ocaxê de asê mane, wê here navça Amasra bajarê Bartinê û her tiştî ji wê derê koordîne bike.

Heya niha di ocaxê de 22 kes mirine, 6 kes birîndar rizgar bûne û hê jî gelek karker di ocaxa binê erdê de asê mane. Teqîn ji ber xaza grîzuyê çêbûye.