Erdogan careke din ji bo hilbijartinê xwe spart Qudsê
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan, wek hemû caran mijara Quds û Filistînê kir rojeva serekî ya hilbijartinê û dijberiya Îsraîlê kir: "Em ê li dinya û axîretê bibin gilîdarên rêveberiya Îsraîla ku navê Filistîna divê bibe navenda aştiyê li kêleka zilmê bicih kir."
Erdogan di bernameya Platforma Qudsê de axivî û firsenda nêzîkbûna hilbijartinan jî xebitand, got: "Meseleya Filistîn û Qudsê ne tenê doza miletek, erdnîgariyek, bajarekî ye. Filistîniyên ku rastî zilmê tên, tên qetilkirin, li wan neheqî tê kirin nîşaneya hemî mezlûmên li dinyayê ne."
Erdogan mesele zêdetir hestiyar kir û got: "Dahatûya mirovahiyê wê îmtihana mijara Filistîn û Qudsê diyar bike, tu şik di vê da tune. Heke em ji vê îmtihanê bi serkeftî derkevin, emê wek mirovahî bi hêvî û ewlehî li dahatûya xwe binêrin. Heke berevajî vê be, wê demê dahatûyeke pîvanên azadî, maf, exlaq, wicdanê lê tune, dahatûyeke tarî û zilm lê heye, wê li benda me be."
Herçiqas Erdogan wisa bibêje jî, têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê di her warî de bipêş dikevin û xurttir dibin. Li gor daneyên Wezareta Aboriya Tirkiyê, danûstendina di navbera Tirkiye û Îsraîlê de di dewra hikûmeta AKPê de 3 qat zêdetir bûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin