Erdogan bi sekreterê Neteweyên Yekgirtî Guterres re axifî
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya telefonê bi sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî bi Antonio Guterres re axifî û li ser pêşdeçûnên li Ûkraynayê guftûgo kirin.
Li gor ragihandina serokkomariya Tirkiyê; sekreterê giştî yê NY Guterres re, li ser hevdîtinên bi Vladimir Putin û Vladimir Zelenskiy re axifiye û agahî daye Erdoğan. Erdoğan di axaftina xwe de ji bo Guteres gotiye ku ji bo tehliyê û alîkariyên mirovî yên di bin serpereştiya NY de ji bo Ûkrayna bên kirin, amade ye ku her destekê bide.
Erdoğan gotiye; ji bo her dû teref bi aqilane û erênî tevbigerin û krîzê çareser bikin, çi ji destê wî were dê bike û di vî warê de xebatên xwe dewam bike.
Erdoğan her weha ji bo roja jidayîkbûna Guterrese jî rojbûna wî pîroz kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin