ENKSyê li ser banga Ocalan daxuyanî da
PeyamaKurd – Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya li Sûriyeyê (ENKS) bang li dewleta Tirkiyê kir ku erênî nêzîkî peyama Ocalan bibe.
ENKSyê îro Înê 28ê Sibata 2025an bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi dilxweşî pêşwaziya banga Abdulah Ocalan dikin ku duh roja Pêncşemê 27ê Sibata 2025an, li PKKyê kir got ku xwe fesih bike û çekan deyîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serkeftina pêngavê bi wê yekê re têkildar e ku PKK û şervanên wê guh bidin peyama Ocalan û weha hat gotin:
“Ev pêngav ji bo bidawîkirina tundiya li Tirkiyeyê û gihandina pirsgirêka Kurdî ber bi têkoşîna siyasî û çareseriya aştiyane ve firsendeke rast e.”
ENKSyê daxwaz ji dewleta Tirkiyeyê jî kir ku bi erênî pêşwaziyê li peyama Ocalan bike û dest bi diyalogeke cidî bike ji bo çareserkirina doza Kurdî bi awayekî adilane û herwiha bihêzkirina prensîbên demokrasî û wekheviyê da ku ewlehî û aramî li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û herêmê peyda bibe.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê doh roja Pêncşemê 27.02.2025an serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir ku li Girava Îmraliyê girtî ye.
Şandeyê piştî serdanê bi civîneke çapemeniyê li Stembolê banga Ocalan a ji raya giştî re eşkere kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin