ENKSê ji bo êrîsên ser nivîsgehên wan daxwaza cezakirinê ji HSDê kir
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa li ser nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) li Girkê Legê şermezar kir.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê daxuyaniyekê ragihand, “Grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve roja 16ê Nîsanê êrîşî ser nivîsgeh PDK-Sê kiribû û telefona endamên ku li nivîsgehê bûn jê birin û piştî bernameyên guhdarîkirinê xistibûn telefonan, ji xwediyên wan re vegerandin.”
ENKSê ragihand, “Ev kiryara ne exlaqî, berdewamiya binpêkirinên berê yên li dijî ENKS, partî û endamên wê tên kirine de ye.”
ENKSê got, ew bi tundî van binpêkirina şermezar dikin û daxwazê ji fermandariya HSDê dikin ku sozên di vê derbarê de dane bi cih bîne û berpirsên van kiryaran ceza bike û sînoreke dawî ji van kiryaran re deyne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin