ENKS Efrîn û rojhilatê Feratê bi Fransayê re diaxive

03 tîrmeh 2018 00:13
ENKS Efrîn û rojhilatê Feratê bi Fransayê re diaxive

PeyamaKurd - Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi Wezareta Karên Derve ya Fransayê re dicive.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ragihand, li ser daxwaza Fransayê, şandek ji ENKSê sibe bi Wezareta Karên Derve ya Fransayê re dicive.

Kamîran Haco da xuyakirin, armanca wan ji vê hevdîtinê ew e, rewşa Kurdistana Sûriyê û taybet mijara Efrînê û rojhilatê çemê Ferêt gotûbêj bikin.

Got jî, roleke Fransa ya bi bandor di Sûriyê de heye, hevdîtina ENKS jî bi Wezareta Derve ya Fransayê re di çarçova parastina mafê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û taybet di destûra nû ya Sûriyê de tê.

Aşkere kir jî, şand ji Serokê ENKS Siûd Mele, Serokê Komîta Pêwendiyên Derve Kamîran Haco, endamê wê Komîteyê Îbrahîm Biro û Nûnerê ENKSê di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de Hewas Egîd pêk tê.