Erdogan: Em ketin Efrîn, Cerablûs û Babê, emê bikevivin Rojhilatê Firatê jî
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beşdarî vekirina otorêya navbera Stenbol-Îzmîrê bû û li bajarê Bursayê gotarek pêşkeş kir.
Erdogan di gotara xwe ya ku behsa veberhênan û geşepêdanên welatê xwe dike de, li ser mijara Sûriyê û guftûgoyên bi Amerîkayê yên avakirina herêma ewle jî daxuyanî dan.
Erdogan car din gefa operasyonê li Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê xwar û got, “Em li Sûriyê ketin Efrînê, Cerablûsê û El Babê. Emê bikevin Rojhilatê Firatê jî. Me ji Rûsyayê û Amerîkayê re jî gotiye. Heta ji wan deveran êrîş li ser me hebe, em nikarin hember wan bêdeng bimînin. Sebra me ne bêsînor e. Dawiya sebra me heye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev demeke li sînorê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê artêşa Tirkiyê hêzan kom dike û amadekariyeke xurt bo operasyonekê dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin