Endamên KENYyê derbarê êrisên Îdlibê banga vekolînê dikin
PeyamaKurd - Endamên Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres xwestin ku êrîşên dijî nexweşxaneyên li bakurê rojavayê Sûrîyê vekole.
Îdlib herêma dawî ya di destê serhildayan de ye û hêzên hikûmeta Sûrîyê ya bi piştgirîya Rûsyayê sê mehên berê li dijî wir dest bi operasyonê kiribû. NY dide zanîn ku di operasyonê de heta niha bi kêmî ve 450 kes hatine kuştin û 440 hezar kes jî neçar mane ku koç bikin.
Ji endamên KENYyê, Brîtanya, Fransa, Amerîka, Almanya, Peru, Polonya, Kuwêt, Komara Domînîk û Endonezya ji Guterres re ser vekolîna êrîşên dijî navendên saxlemîyê daxwaznameyeke dîplomatîk şandin.
Reutersê ragihand ku di nameyê de hatiye gotin ku ji dawîya Nîsanê vir ve li herêmên ewle yên li hêla Îdlibê 14 baregeh hatine hilweşandin yan zarar dîtine. Endamên Konseya Ewlekarî ya NYyê didin zanîn ku di nav baregehan de avahîyên bi piştgirîya NYyê jî hene û ji Guterres dixwazin ku ew vekolîneke navxweyî bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin