Endamekî komîsyona Pêsmerge: Hewlêr û Bexda li ser bûdceya Pêsmerge rêkkeftin

28 rêbendan 2020 14:29
Endamekî komîsyona Pêsmerge: Hewlêr û Bexda li ser bûdceya Pêsmerge rêkkeftin

PeyamaKurd - Endamekî komîsyona Pêşmerge li parlementoya Kurdistanê ragihand, Hewlêr û Bexda li ser bûdceya Pêşmerge rêkkeftin

Li gorî nûçeya Basnewsê Parlementerê Kurdistanê û Cîgirê Serokê Komîsyona Pêşmerge li Parlementoya Kurdistanê, Osman Kerîm Siware got, xebatên yekkirina hêzên Pêşmerge di qonaxa dûmahîkê de ye û tenê maye were bicîhanîn.

Osman Kerîm Siware her wiha got, hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser bûdceya Pêşmerge li hev kirin. Tenê maye parlemento wê rêkeftinê pesend bikin.

Wî endamê komîsyona Pêşmerge anî ziman, bi bicîhanîna wê rêkeftinê re mûçe û pêdiviyên serbazî yên Pêşmerge dikare were zêdekirin.