Encama 14 anketan hatin parvekirin: 'Kîjan tifaq' li pês e?
PeyamaKurd – Li gorî encamên anketên meha Cotmehê yên Avrasya, Yoyelem, Ada, Area, Alf, Metropoll, Artibir, MAK, Asal, Piar, ORC, Tûsiar, Aksoy û Themis, Tifaqa Netewî, Tifaqa Gel bi kêmî derbas dike.
Li Tirkiyeyê her ku roja hilbijartinê nêzîk dibe, parvekirina anketên hilbijartinê ji aliyê şîrketên lêkolînê ve zêde dibin.
Gelek şirket encamên lêkolînên xwe li ser hesab û malperên xwe yên medyaya civakî diweşînin.
Rêjeya encamên 14 anketên hilbijartinên giştî yên meha Cotmehê derketin holê.
Xebatên şîrketên Avrasya, Yoyelem, Ada, Area, Alf, Metropoll, Artibir, MAK, Asal, Piar, ORC, Tûsiar, Aksoy û Themis yên li ser anketên navborî hatin berhevkirin.
Li gorî navgîniya anketên ku di meha Cotmehê de hatin weşandin, encam wiha bûn:
AKP: 32.6
CHP: 26.6
IYI Partî: 13.3
HDP: 10.0
MHP: 7.4
BERDEWAM: 2,4
Partiya Serkeftin: 2.1

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin