Emîr Ebdullahiyan serdana karmendên Balyozxaneya Azerbaycanê kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan, serdana karmendên Balyozxaneya Azerbaycanê yên piştî êrîşa çekdarî birîndar bûn kir.
Li gor zanyariyan, piştî serdanê Ebdullahiyan bi Balyozê Azerbaycanê li Tehranê Elî Elîzade û Bijîşkê Giştî yê Nexweşxaneyê Dr. Şanam Alemdarî re civîneke çapemeniyê li dar xist.
Hêjayî bibîrxistinê ye, do Înê 27ê Çileya 2023an kesek bi çeka kalaşnîkov ketibû avahiya Balyozxaneya Azerbaycanê û gule reşandibû û di encama êrîşê de rêveberê ewlehiyê yê balyozxaneyê hat kuştin, 2 zêrevanên li ber derî jî birîndar bûn.
Rêveberê polîsê Tehranê Husên Rehîmî ji rojnamevanan re da zanîn, êrîşkar yekser hatiye desteserkirin û di lêkolîna destpêkê de "pirsgirêkên şexsî û malbatî" weke sedema êrîşê hatiye nîşandan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin