Elon Musk: Ez ê Manchester Unitedê bikirim
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Elon Muskê ku dev ji kirîna Twitterê berda, ew ê tîmeke fûtbolê bikire. CEOyê Tesla û SpaceXê Elon Musk, li ser medya civakî parvekirineke ku civata fûtbolê rakir ser lingan kir û peyama kirîna Manchester Unitedê da.
Karsaz Elon Musk di parvekirina xwe ya vê carê de got, “Ez ê Manchester Unitedê” bikirim. Lê piştî demekê diyar kir ku henek kiriye.
Musk çav bera tîmek fûtbolê da!
CEOyê Tesla û SpaceXê Elon Musk ku bûye zorêkê muzir ê dinyê, bi twîta xwe ya vê carê jî tevlihevî di nav civata fûtbolê de derxist.
Elon Musk piştî lihevkirina kirîna Twitterê ya bi 44 milyar dolaran, dev ji biryara xwe berda û niha jî çav bera kûlubeke fûtbolê daye.
Musk eşkere kir ku henek kiriye!
Karsaz Musk piştî ku li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ya rast, ez piştgiriyê didim aliyê çep ê Partiya Komarî û aliyê rast ê Partiya Demokrat!” diyar kir: “Herwiha ez Manchester United jî dikirim, rica dikim!”
Piştî twîta ku bû sedema nîqaşê bi 4 saetan, Musk pirsa Owners Silicon Valley a “Tu rast dibêjî?” bersivand û got: “Na, ev henekeke berdewam a domdirêj e li ser twîtterê ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin