Elî Teter: Îsal ji yek tirilyon dînaran Zêdetir piroje li sînorê Dihokê hatine çê kirin

19 mijdar 2023 23:06
Elî Teter: Îsal ji yek tirilyon dînaran Zêdetir piroje li sînorê Dihokê hatine çê kirin

PeyamaKurd - Parêzgarê Dihokê Elî Teter merasîma vekirina Kargeha Destarê ya Arî de agadariyê li ser projeyên ku li Duhok û derdora wê hatine çêkirin da û ragihand ku di çar salên borî de, 65 pirojeyê wan hebûne ku bandora xwe li ser aboriya hemû Herêma Kurdistanê dikin.

Teter di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ew 65 piroje bi bihayê yek tirilyon û 88 milyon dînaran li parêzgeha Dihokê hatine çê kirin û ew pê dilxweşin ku niha ew piroje hemî keftine xizmeta welatiyan, hejmareke kêm jî di du an sê mehên bê de dê bikevin xizmeta welatiyan.

Dîsa diyar jî kir ku di sala 2020an de, wan 148 piroje çê kirine ku 147 ji wan keftine xizmeta welatiyan û ji wan projeyan tenê yek piroje maye, ew jî nexweşxaneya Dîrelok-Şêladizê ye ku hêj temam nebûye û mimkin e di çend mehên bê de ew jî bê temamkirin.

Tekez jî kir ku li sala 2021an de, ji aliyê Serokê Hikûmetê ve razîbûn li ser 138 pirojeyan hatiye diyarkirin, 136 ji wan bidawî hatine û tenê du piroje mane ku biçûk in. Hindek arêşeyên teknîkî hene, ew jî di rojên bê de dê bidawî bên.

Herwesa Parêzgerê Dihokê ragehand ku li sala 2022an de, Serokê Hikûmetê razîbûna xwe li ser 444 pirojeyan diyar kiribû ku kar di 356 ji wan de tê kirin û 88 ji wan keftine xizmeta welatiyan û di sala 2023an de, bi bihayê 45 milyar û 722 milyon dînaran piroje ji bo xelkê qezaya Sêmêlê hatine çêkirin.

Parêzgarê Dihokê  dîsa da zanîn ku razîbûn li ser pirojeyên Dihokê hatiye diyarkirin, bi gojimê 35 milyar û 246 milyon dînaran.

Dîsa îsal ji bo sinorê qezaya Amêdiyê razîbûn li ser mezaxtina 22 milyar û 686 milyon dînaran ji bo hejmareke pirojeyan hatiye diyarkirin, ku di qonaxa tenderan de ne. Ji bo qezaya Akrê jî, 31 milyar û 500 milyon dînar hatine terxankirin û 20 milyar dînar jî ji bo qezaya Berdereşê hatine terxankirin. Tevaya pirojeyan dibin 818 piroje ku nîva wan keftine xizmeta welatiyan û bihayê wan jî yek tirilyon û 35 milyon dînar in.