Elî Teter: Em dest bi avadankirina Amêdiyê dikin, ser nikare me rawestîne!

13 tebax 2024 19:28
Elî Teter: Em dest bi avadankirina Amêdiyê dikin, ser nikare me rawestîne!

PeyamaKurd - Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter ragihand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûn ji bo bicihanîna çend projeyan li Amêdiyê diyar kiriye. Em ê bi wan projeyan xelkê vegerînin ser mal û halên wan û dever dê ji şer dûr bikeve.”

Parêzgerê Duhokê di civîneke rojnamevanî de got: “Em bi destekî pirî alîkariyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine Amêdiyê.. Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûn ji bo bicihanîna çend pirojeyan li Amêdiyê diyar kiriye. Rêkarên wan projeyan tên temamkirin û di demeke nêzîk de dest bi bicihanîna wan tê kirin.”

Elî Teter tekez kir, “Em dest bi avadankirina deverê dikin, ti arîşe û aloziyên deverê me ji proseya avadankirinê ranawestînin.”

Herwiha Teter destnîşan kir: “Em di wê baweriyê de ne ku destkeftî û proje û xizmetkariyên baştir ji bo deverê têne bicihanîn. Ên ku ji ber şer û aloziyên deverê zirar dîtine jî, ku hejmara wan 130 kes in, tên qerebûkirin.”

Parêzgarê Duhokê şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyê yê li herêmê bibîr xist û got: “Qerebûkirina wan erkê me ye. Em hêvîdar in ew şer bidawî bê, ku bûye sedem avadanî negihe deverê û xelk jî nikare vegere deverên xwe.”

Parêzgerê Duhokê dawiyê geşbîniya xwe diyar kir ku, li paşerojeke nêzîk wê deverê avadan bikin û xelk jî dê vegere ser mal û halên xwe ku bi serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Amêdiyê re, gelek projeyên avadaniyê gihîştin deverê û xizmeta welatiyan.