Elektrîka tevahiya Îraqê qut bû

04 adar 2026 17:10

Wezareta Elektrîkê ya Îraqê ragihand ku sîstema elektrîkê ya neteweyî li seranserê welêt bi temamî ji kar ketiye.

Elektrîka tevahiya Îraqê qut bû

RûpelNews - Îro li seranserê Îraqê qutbûneke mezin a elektrîkê çêbû. Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku tora elektrîkê ya neteweyî li hemû herêman di heman demê de ji kar ketiye.

Berdevkî got, "Sîstema elektrîkê ya neteweyî li seranserê Îraqê qut bûye. Me hêj nekariye sedema têkçûna sîstemê diyar bikin."

Rayedarên wezaretê ragihandin ku tîmên teknîkî dest bi xebatê kirine ji bo tespîtkirina sedema têkçûnê û dixebitin ku jinûve torê sererast bikin.

Heta niha derbarê dirêjiya qutbûna elektrîkê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.